Kargeha sêyemîn a ku Botan International pêk tîne do (15.12.2020) dest pê kir. Kargehê bi dersên wênegirê REUTERSê Sertaç Kayar û avakar û koordinatorê Botan Internationalê, rojnameger Murat Bayram dest pê kir. Kargeh dê heta 22yê Kanûnê bidome.
RSF Sponsor e
Sêyemîn Kargeha Botan Internationalê bi hevkarî û sponsorîya RSFyê(Rojnamegerên Sînornenas) tê pêkanîn.
Ji bajar û sazîyên cûda 135 kesan serî li vê kargehê dabû, ji wan 135 kesan bi tevahî 23 kes hatin bijartin.
Botan Internationalê berê diyar kiribû ku wan êdî bi yek ji mezintirîn sazîya rojnamegeran a li ewropayê, RSFyê (Rojnamegerên Sînornenas), re peymaneka hevkarîyê heye û ew dê êdî bi partnerîya RSFyê bixebitin.
‘’Rojnamegerîya Zayendparêz’’û ‘’Rojnamegerîya Zarokparêz’’
Sponsorê vê kargê yê maddî jî RSF ye. Her weha dîsa Botan Internationalê wek her car vê carê jî diyar kir ku wê kargehên bi vî şiklî di demên pêş de pêk bînin. Koordînatorê Botan Internationalê Murat Bayram diyar kir ku di nava planên wan ên pêşerojê de pêkanîna kargehên wek ‘’Rojnamegerîya Zayendparêz’’, ‘’Rojnamegerîya Zarokparêz’’ û hwd jî hene.
Di kargeha duyemîn a sazîyê de ji bilî pêşkêşîyên dersan du semînerên taybet jî hatibûn pêşkêşkirin, ji hela rojnameger Murî Darida û Dr. İsabel Kaserê ve, û lînkên beşdarbûna van semîneran di medyaya civakî de ji bo beşdarbûna kesên derveyîn hatibûn parvekirin.
Dotmîr Sînemxan Bedirxan dê beşdar bibe
Vê carê jî dê 4 semînerên taybet bên pêşkêşkirin; ji hêla Dotmîr Sînemxan Bedirxan, Gayle Lemmon, Murî Darîda û Dr. İsabel Kaserê ve.
Di roja ewil î kargehê de Sertaç Kayar pêşkêşîya xwe ya bi navê ‘’ ’Taybetmendîyên Wêneyan ji bo Medyaya Dîjîtal çi ne’’ kir. Sertaç Kayarê ku wênegirîya REUTERSê dike û gelek wêneyên wî wek wêneyên rojê tên bijartin an bi demên dirêj di bîra mirovan de dimînin tecrübe û zanînên xwe yên li ser teknîk û pratika wênkêşîyê bi beşdaran re parve kir.
Wênegir û dîmenên mayinde
Sertaç Kayar, diyar kir ku nûçegîhanîya wêneyan, roj bi roj berbelavtir, girîngtir û pêwisttir dibe û li ser sedema vê yekê xal bi xal sekinî. ‘’Yek ji sedemên vê yekê; mayîndetirbûyîna dîmenan e di hişê mirovan de, mesela Helepçe, mesela Alan Kurdî, gava behsa wan tê kirin raste rast wêne tên ber çavên mirovan’’.
Sertaç Kayar li ser wênegirtinê û girîngiya wêneyan ji bo medyaya dîjîtal û nûçegîhanîyê ravekirinên wiha kirin;
‘’Nûçegihanek/wênegirek berî biçe qadê divê hemû amadehîyên xwe yî teknîkî bike lewra karê tê kirin bêyî van amadehîyên teknîkî û amûran ne pêkan e ku bê kirin.
‘’Her çawa nûçegîhan/wênegir hazirîya teknîkî dike pêwist e amadekarîyeka bi lêkolînê jî bike. Pêwist e berî biçe qadê li ser bûyer, mijar, paşxane û pêşxaneya bûyerê jî lêkolînê bike û hê biçe. Hetta divê lêkolînê li ser qada diçiyê jî bike, welat, bajar, mehele, kolan, sazî û hwd. Lazim e qada diçiyê baş nas bike da berî biçe qadê bikaribe ji xwe re kompozisyon û dîmenekî di hişê xwe de ava bike û kare xwe hêsantir û teqeztir bike. Gava diçe qadê jî hewl dide ku kompozisyona xwe bi nêrîeneka cûda temam bike û xuttir bike. Lewra her cîyek taybetmendîyeka xwe heye, zanîna van taybetmendîyan dibe arîkar.
Kompozîsyon, naverok û perspektîf
‘’Divê wênegir bikaribe bi kompozisyon, naverok, perspektîfeka cûda li bûyerê binêre, bibîne. Gava bikaribe vê pêk bîne wî wextî dikare berhemeka serkeftî derbixe holê. Û divê bizanibe kengî ji perspektîfeka teng, kengî ji perspektîfeka fireh li bûyerê binêre.
‘’Her weha divê nûçegîhan/wênegir bikaribe li hemberî astengîyan rêyên nû bibîne, kompozîsyonên nû ava bike ji xwe re.
‘’Serkeftîbûna wêne ji %100 ne girêdayî teknîk û amûrên tên bikar anîn e. Ji bo serkeftîbûna wêneyekî bi kar anîna van pîvanan tene şaş e. Lewra tişta girîngiyê dide wêneyî ne qelîteya amûran e, dîmen û hestên di wêne de xwe didin nişandan in. Ger wêneyek bikaribe bibe derbasbûna hestên di wêneyî de wê gavê ew wêne dikare wek wêneyekî serkeftî bê hesibandin.
‘’Yek wêne dikare bandora xwe li ser hemû cîhanê bike û di bîra mirovan de cî bigre. Gava wêneyekî ev yek pêk anî mirov dikare bibêje ev wêne jî serkeftî ye.
‘’Îro wênekêş di destê her kesî de heye, her kes wênegir e, lê her kes nikare wêneyekî serkeftî û mayînde bikêşe.’’
Û bi van agahîyên giştî, hem bi mînakên ji hela wî ve hatine kişandin hem bi mînakên ku ji hela hêmûye cîhanê ve hatine dîtin û naskirin bi rêya rexne û şîroveyan bi beşdaran re parve kir Sertaç Kayarî.
Rojnamegerîya edebî
Di dersa duyem a kargehê de avakar û koordînatorê Botan Internationalê û rojnameger Murat Bayram mijara ‘’ Nûçegihanîya navneteweyî: Pîvan û etîk’’ pêşkêşî beşdaran kir. Her weha li ser ‘’Rojnamegerîya edebî, nûçeçîrokan’’ axivî û tecrûbeyên xwe bi beşdaran re parve kir.
Di destpêkê de Murat Bayram bersiva pirsa ‘’Rojnamegerîya edebî çi ye’’ da. Û bi mînakên di edebîyat û medyayê de dengen xwe vedane û hatine bihîstin şîrove û zanyarîyên xwe parve kir. Murat Bayramî bi xwe jî xwe pirtûkeka ku ji nûçeçîrokan pêk, bi navê ‘’Belkî îşev Binive’’ heye. Bayramî, behsa çîroka vê pirtûkê û nivîsîna wê kir ji beşdaran re.
Murat Bayram li ser nivîsîna nûçeçîrokan ev tiştên han gotin;
‘’ Di rojnamegerîya edebî de, di nûçeçîrokan de, bikaranîna hevokên kurt xwendina metnê rihettir û derbas kirina hestê jî hêsantir dike.
‘’Divê wesfên mirovatîyê di nûçeçîrokan de hebin. Divê rojnameger tu caran hestên xwe veneşêre da ku nîşan bide ew ne robot, mirov e.
‘’Rojnamegerîya edebî tu caran ne bêalî ye. Gava rojnameger xwe wek bêalî bide nîşandan dibe sedema kêmkirina nûçeyê.
‘’Divê nivîskar di nûçeçîrokê de zimanê kesê yekem bi kar bîne, bi zimanê kesê yekem biaxive.’’
Rojnamegerek mecbûr e alîyê zeîf biparêze.
Murat Bayram diyar kir ku di rojnamegerîya edebî de nûçeçîrok bi 3 şêweyan tên çêkirin.
- Rojnameger diçe qadê, diçe cîyê bûyerê û raste rast ç idi sere wî re derbas dibe dibêje. Ger bixwaze dikare çîroka xwe/nûçeya xwe bi wêneyan xurttir jî bike.
- Rojnameger bi xwe neçûye cîyê bûyerê lê ji kesên bûyerê jîyane raste rast guhdar kiriye û kiriye nüce.
- Carinan Rojnameger hem bi xwe şahid e hem jî ji şahidên din guhdar dike û bi vî şiklî bûyerê dike nêçe.
Li gel van gotin û agahîyan Murat Bayram 10 pîvanên herî berbelav û girîng ên rojnamegerîya navnetewî bi beşdaran re parve kirin û şîrove kirin. Her weha bi mînak û rexneyan jî pêşkêşî xurttir kir. Murat Bayram ev 10 pîvanên sereke di bin 3 serenavan de dabeş kirin;
- Ji bo amadekirina agahîyên nûçeyan:
- Piştrastkirina nûçeyan (ku gelek teknîkên piştrastkirina agahîyan hene, wek; standina agahîyan ji şahide/a yekem, piştrastkirina agahîyan ji hela pisporan ve û hwd.)
- Bêalîbûn (Divê nûçegîhan bêalî be yan na? Di nivîsînê de bêalîbûn an alîgirî? Di standin û bi cî kirina agahîyan de bêalîbûn an alîgirî?)
- Orjînalbûn. (Bijartina mijar an perspektîfeka orjînal ji bo nûçeyê, cûdabûn.)
- Ji bo nivîsîna nûçeyê pîvan:
- Dayîna temamê agahîyan.
- Zalalbûn. Zelalbûna ziman û naveroka nûçeyê.
- Adilbûn.
- Ji bo ewlehî û parastina kesan:
- Sînordarkirina xwe.
- Mirovparêzî.
- Agahîyên hesabê wan dikare bê dayîn.
Rojnameger Murat Bayram ev pîvan hemû yek bi yek bi mînak, şîrove û rexneyan ji beşdaran re rave kirin.
Kunyeya dersdarên rojê;
Sertaç Kayar kî ye?
Sala 2006ê dest bi karê rojnamegerîyê kiriye. Ji bo REUTERSê wênegirîyê dike. Ji Yekîtîya Rojnamegeran a Başûrê Rojhilatî xelata “rojnamegerê salê” standiye. Xwediyê Xelata Rojnamegerîyê ya Metin Goktepeyî ye. Endamê Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî û Yekîtîya Rojnamegeran a Başûrê Rojhilatî ye.
Murat Bayram kî ye?
Murat Bayram 11 sal in ku karê rojnamegeriyê dike. Avakarê Botan Internationalê ye û edîtorê ortadogunewsê ye.
Ew yek ji avakarên beşa kurdî ya bianetê ye, wî çar salan li wê derê edîtorî kir û dersên rojnamegerîyê bi zimanê kurdî û tirkî daye. Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo New York Times, Al Jazeera International, Deutsche Welle, Middle East Eye û RT TVyê wêne û vîdeo girtine, nûçe nivîsîne û wergêrî kiriye. Nûçeyên wî li 8 welatan bi 6 zimanan hatine weşandin.
Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye. Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî. Bayramî demên qedexeya derketina derve li Cizîr, Silopya, Farqîn, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê heyî û piştî wan deman li cihên bûyerê wêne girtine û hin ji wan wêneyan digel çîrokên wan li kitêba xwe ya bi navê “belkî îşev binive” civandine(Weşanxaneya Avestayê, 2018).
Kitêba Bayramî ji bo zimanên Ingilîzî, Îtalî, Almanî û Farisî tê wergerandin. Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 46 kitêban kiriye.
Bernameya kargehê ya hefteyekî bi giştî wê wiha be:
15.12.2020 –Sertaç Kayar – Murat Bayram
16.12.2020 –Gulistan K. Rençber – Ferid Demirel
17.12.2020 –Dr. Ibrahim Seydo Aydogan – Mesûd Mûhemmed
18.12.2020 –Safiye Alagaş – Şîraz Baran
19.12.2020 –Hatice Kamer – Ali Duran Topuz – Muri Darida
20.12.2020 –Rêdûr Dîjle – Mehmut Bozarslan
21.12.2020 –Omer Faruk Baran – Dr. Isabel Kaser – Dotmîr, Sînemxan Bedirxan
Nûçe – Vahdet Uçar