Yenişehir neighborhood, Ali Emiri 1st Street, Nuyap Center Office, Floor: 2 No: 13 Post Code: 21100 Yenisehir/ Diyarbakir

info@botaninternational.com

+90 412 503 11 96

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî: Roja duyem

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî: Roja duyem

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî: Roja duyem

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî, ya ku Botan International bi hevkarîya û sponsorîya  RSFyê pêk tîne di roja duyem de bi dersên Gulistan Korban Rençber û Ferid Demirel berdewam bû.

Gulistan Korban Rençber ji Diyarbekirê, Ferid Demirel jî ji Stenbolê bi rêya bernameya ZOOMê tevlî kargehê bûn. Kargeh dê heta 22yê meha Kanûnê bê navber, bidome. Her roja kargehe ders û pêşkêşîyên cûda ji hela kesên cûda ve tên dayîn.

Di Atolyeyê de dersdar ne tenê rojnameger in her weha akademisyen û parêzer jî hene.

Di roja duyem a kargehê de dîsa du rojnamegeran bi mijarên cûda de zanyarî û tecrûbeyên xwe bi beşdaran re parve kirin. Di dersa yekem de Rojnameger Gulistan Korban Rençberê bi mijara ‘’Amadekirin û pêşkêşkirina vîdeo-nûçeyan û ya roportajan’’ pêşkêşîya xwe kir. Di dersa duyem de jî Rojnameger Ferid Demirel li ser pirsa ‘’Divê di medyaya dîjîtal de hevpeyvîn çawa bin?’’ pêşkêşîyek kir.

Divê Zimanê Nûçeyan Kurt û Zelal be

Gulistan Korban Rençberê, diyar kir ku vîdeonûçe jî wek her cûre nûçeyan ji destpêkê heta dema weşanê ji hin qonaxan yek bi yek derbas dibe. Û ji girîngtirînê qonaxan jî yek amadekarîya berî çûna qadê ye. Helbet ji ber ku nûçe, vîdeonûçe ye amadekarîyeka bê kêmasî ku ji amûran û teknîkê pêk tê pêwist e. Divê nûçegîhan û kameramanê hevkarîya nûçegîhan dike her du hemû amûrên xwe tam bikin û amade bikin. Amadekarîyeka din jî lêkolîn e, ku divê nûçegîhan berî biçe qadê mijara xwe diyar bike û vê mijarê ji her hêlê ve bikole. Divê nûçegîhan di dawîya vê lêkolînê de bizanibe ka wê biçe ku, çi taybetmendîyên vî cîyî hene, kî li vî cîyî dimînin û çi eleqeya wan pê heye û hwd. Korbanê diyar kir ku nûçegîhan ji van zanyarîyan agahdar be wê demê dikare berî biçe qadê senaryoyeka nûçeya xwe amade bike û gava çû karê xwe bi rihetî pêk bîne.

Korban;

‘’Yek tişta girîng jî di vîdeoyan de qelîteya deng û dîmen e, lewra temaşevan naxwazin li dîmenên bê eleqe, bê qelîte yan rehetsiz dikin temaşe bikin. Her weha senkronizasyona dîmenan û nûçeyê jî girîng e. Jixwe gava nûçegîhan berî derbikeve qadê li ser qadê lêkolîna xwe kiribe wê bi hêsanî bikaribe perspektîfa herî baş ji xwe re diyar bike.

‘’Di meseleya deme de jî, di roja me de temaşevan naxwazin li vîdeoyên dirêj temaşe bikin, ji ber vê yekê vîdeonûçe çiqasî kurt bê çêkirin ewqasî baştir e. Dema standart û îdeal 3 deqîqe ne.

‘’Herweha dubarekirina agahîyan ji hêla nûçegîhan ve jî ne karekî profesyonel e û divê neye kirin.

‘’Divê zimanê nûçeyê kurt, zelal û bi dîksîyoneka pak be. Ji ku dera welat, ji çi çînê mirov temaşe bikin divê ji zimaê nûçeyê fêhm bikin.’’

Pêşkêşkirina Nûçeyan

Gulistan Korbanê demekê li ser ekranên televîzyonan pêşkêşkirina nûçeyan û di bernameyên bi mijarên cûda de pêşkêşî kirine. Wê li servê mijarê jî agahî bi beşdaran re parvekirin. Bi mînak û pirsan bi awayekî înteraktîf ev mijar jî hate ravekirin. Hin xalên girîng ên Korbanê li ser pêşkêşîyê gotin wiha bûn;

‘’Divê pêşkêşvan bi zimanê dayîka xwe yan zimanekî ku bi qasî yê dayîka xwe dizane pêşkêşvanîyê bike. Lewra ziman girîngtirîn xal e di pêşkêşvanîyê de.

‘’Lazim e zimanekî resen, sivik, herikbar, bê bi kar anîn. Lewra her cûre mirov, ji her çîn û qadê mirov temaşe dikin divê her kesê temaşe dike agahîyên tên dayîn bistîne.

‘’Divê şêwaza pêşkêşvanîyê bi dengekî bilind û tesîrker be. Şêwaz tesîrê li temaşevanan dike. Ji bilî qelîteya agahîyên tên dayîn şêwaz jî dike ku temaşevan biryara temaşekirinê dide.

Korbana ku gotî; ‘’Ji bo axaftineke zelaltir, ji xwe bawertir û herikbartir bi kar anîna dîyaframê gelekî girîng e’’ sedema girîngiya wê eşkere kir û teknîka bi kar anîna dîyaframê nîşanî beşdaran dan. Herweha Korbanê ferq û wekhevîyên di navbera vîdeonûçeyan û roportajan de eşkere kirin.

Û li ser pirsa ‘’Gelo divê pêşkêşvaniya nûçeyan de hest û şîroveyên şexsî hebin yan ya’’ bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin ji hêla Korbanê û beşdaran ve. Ev nîqaş bi mînak û rexneyan hate nîqaşkirin.

Ferid Demirel: Di Hevpeyvînê de Xala Sereke Pirs e

Edîtorê Bianet Kurdîyê Ferid Demîrel bi mijara hevpeyvînan û amadekirina hevpeyvînan ji bo platformên dîjîtal’’ li pêşberî beşdaran bû. Tecrûbe û zanyarîyên xwe yên di vî warî de bi rêya mînakan parve kirin. Herweha wî diyar kir ku gelek caran, heta ji alîyê sazîyan ve jî, Hevpeyvîn û roportaj bi hev re tên tevlîhevkirin. Wî diyar kir ku ne heman tişt in û ferqên di navbera wan de eşkere kirin. Demîrel diyar kir ku veqetîna di navbera wan de ya herî girîng teknîka wê ye.

Ferîd Demîrel bi giştî ev xalên han di derbarê hevpeyvînan de rave kirin û gotin;

‘’Amadekarîyên teknîkî û amûran li gor cûre û mijara hevpeyvînê diguhere lê amûrên sereke ev in; pênûs, lênûs, laptop û cihaza dengtomarkirinê.

‘’Di hevpeyvînan de tişta sereke pirs e. Divê rojnameger pirsan ji xwe bike paşî li gor bersivên xwe pirsan ji bo çavkanî amade bike. Divê ji xwe bipirse; gelo ew dixwaze çi fêr bibe û armanca wî ya sereke çi ye div ê hevpeyvînê de û li gor bersivên xwe pirsên xwe yên esasî amade bike.

‘’Her weha divê ev pirs jî bê pirsîn; xwendevan, şopîner û temaşevan j imin çi dixwazin?

‘’Di vê cûreya nûçeyan de jî, wek her cûreyî divê planeka sazkirî hebe, ji diyarkirina mijarê heta weşanê pêvajoyek heye û her qonaxa vê pêvajoyê divê hûr hûr were honandin.

‘’Hejmara pirsan li gor cûreya hevpeyvînê û mijarê diguhere helbet lê dema hevpeyvîn ji bo mijareka taybet a nûçeyan be 5-10 pirsên esasî baş û îdeal in.

‘’Divê kesê hevpeyvînê dike bi tevger û gotinên xwe amade be ji bo her rewş û bersivê. Lewra ger berê lêkolîn û amadekarîyeka xurt hebe jixwe kêm zêde senaroya di sere xwe de hazir kirî pêk tê ev jî ji bo  konrtolkirina rewşê hêsantir dibe.

‘’Guhdarkirin pirr girîng e di hevpeyvînan de, divê nûçegîhan ji bilî rewşên derasayî tim guhdarîya çavkanîyên xwe bike piştî pirsê. Her weha guhdarkirin di dema deşîfrasyon, montaj û weşanê de dibe arîkar ji bo nûçegîhan.’’

Demîrel, bi giştî di derbarê amadekirina hevpeyvînan de li ser van xalan axivî û li gel mînak û şîroveyan nirxand.

Gulistan Korban Rençber kî ye?

Rojnamevan Gülistan Korban Rençber di sala 2013’an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantiyê dest bi kare xwe yê Rojnamevantiyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tv’yê bû û li wir edîtoriya nûçeyên Kurdî kir û nûçeyan pêşkeş kir. Bi girtina Azadi TV’yê di 2016’an de li malpera 1HaberVar wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û li heman malperê bernameyeke çêkir û pêşkeş kir. Her wiha, bi prodiksyonekê re bernameyeke ya gerê çêkir û 24 bajarên Bakurê Kurdistanê geriya û da nasîn. Niha jî li malpera Ortadoğu Newsê di çarçoveya projeke de kar dike û her wiha li televizyona NRT’yê re nûçeyan rê dike.

Ferîd Demirel

Edîtorê Bianet Kurdîyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Û niha dîsa li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamayên Birgün, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye.

Bernameya kargehê ya hefteyekî  bi giştî wê wiha be:
15.12.2020  –Sertaç Kayar  – Murat Bayram
16.12.2020  –Gulistan K. Rençber – Ferid Demirel
17.12.2020  –Dr. Ibrahim Seydo Aydogan  – Mesûd Mûhemmed
18.12.2020  –Safiye Alagaş – Şîraz Baran
19.12.2020  –Hatice Kamer – Ali Duran Topuz – Muri Darida
20.12.2020  –Rêdûr Dîjle – Mehmut Bozarslan
21.12.2020  –Omer Faruk Baran – Dr. Isabel Kaser – Dotmîr, Sînemxan Bedirxan

Nûçe – Vahdet Uçar


İçeriği Paylaş