Yenişehir neighborhood, Ali Emiri 1st Street, Nuyap Center Office, Floor: 2 No: 13 Post Code: 21100 Yenisehir/ Diyarbakir

info@botaninternational.com

+90 412 503 11 96

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî: Roja sêyem

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî: Roja sêyem

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî: Roja sêyem

Botan Internationalê 3 rojên ewil ên Kargehê li dû xwe hiştin.

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî, ya ku Botan International bi hevkarî û sponsorîya  RSFyê pêk tîne berdewam e. Kargeh wê heta 22yê mehê bênavber bidome.

Di roja sêyemîn a kargehê de akademisyen İbrahim Seydo Aydogan û rojnameger Mesûd Mûhemmed pêşkêşîyên xwe kirin.

İbrahim Seydo Aydogan ji bilî akademîsyenî û nivîskarîya xwe, xwedîyê tecrûbeyên xebatên medyayî ye, lewra ew li ser bikaranîna zimanekî rast û li ser mijareka rêzimana Kurdî ‘’hevokên kompleks’’ axivî. Wî behsa hin rêzik û qaîdeyên zimanê Kurdî, taybetmendîyên zimanê Kurdî kir. Bi mînak û şîroveyan ev qaîde û rêzik rave kirin û behsê kir bê kesekî rojnameger an bi kurdî xebatên nivîskî dike çawa dikare van qaîdeyan pêk bîne.

e-pirtûka ‘’Dersên Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dijîtal’’

Her weha wê ev pêşkêşî û gotarên İbrahim Seydo di e-pirtûka ‘’Dersên Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dijîtal’’ cî bigrin. Botan Internationalê diyar kiribû ku ew van ders û semînerên tên dayîn, pêşkêşîyên tên kirin tevan berhev dikin. Dê van berhevkarî û dosyeyan tevan bikin e-pirtûkek û li ser malpera ‘’BotanInternational.com’’ê belav bikin. Bi vî şiklî dê her kes bi awayekî hêsan û belaş bikaribe xwe bigihîne e-pirtûkê. Girîngiya vê pirtûkê wê ev be; ku yekem car e li Bakurê Kurdistanê xebateka bi vî şiklî, dersên rojnamegerî û medyayê, pêk tê û wê bi berhevkirin û weşandina vê xebatê her endamê/a rojnamegerîyê bikaribe xwe bigihîne vê xebatê. Lewra li ser rojnamegerî û medyayê jî mixabin tu berhemên agahîyên wiha teknîk didin tune ne, ji ber vê jî girîngiya vê xebatê pirrtir dibe.

Ji axaftin û pêşkêşîya İbrahim Seydo bi giştî çend xal wiha bûn;

‘’Heger kesek rojnamegerîya kurdî dike, ji bo zimanekî rasttir û profesyoneltir, divê wî/ê hay ji qaîdeyên zimanê Kurdî jî hebe.

‘’Her çiqas fikr û ramanên di hişê mirov de kompleks jî bin, zimanê devkî hevokên herî hêsan tercîh dike.’’

Mesûd Mûhemmed di Kurdistan24ê de dixebite û ew di dema şerî de nûçegîhanîya şerî dike. Wî bi xwe di vê qadê de gelek tecrûbe hene û bi awayekî profesyonel nûçegîhanîya şerî dike. Mesûd Mûhemmmed di pêşkêşîya xwe de behsa nûçegîhanîya şer û girîngiya vê cûreyê kir. Her weha ji bilî agahîyên wiha bi giştî wî ji destpêkê heta weşandina nûçe/vîdeonûçeya şer xal bi xal behsa pêvajo û hazirîya nûçeyê kir. Ji ber nûçegîhanê şer diçe cîyekî ku xetereya jiyanî lê heye, hin amadkarîyên cûda divê. Wî yek bi yek ev tişt rave kirin. Hin agahî û hişyarîyên dayîn wiha ne;

‘’Nûçegîhanîya şer hazirîyek taybet divê; ev hazirî hem ji bo ewlehîyê ye hem ji bo perofesyoneltîyê ye.

‘’Berî hemû amadekarîyan divê destûr ji mercîyên eleqedar bê standin. Heta ger hewce be ji bo ewlehîyê divê arîkarîya wan bê standin. Çi cûre destûrname, Peyman û hwd. pêwist be divê bê bi cîh anîn.

‘’Destnîşankirina hevkaran, hevkarên li qadê xaleka pirr girîng e. Lewra hevkarên li qadê dikarin hemû senaryoya hatiye amadekirin bidin guhertin û ev guherîn dikare bibe sedema jiyan ji dest dayînê, yan birîndarbûnê yan jî ku mirov li ser ewqas zehmetîyan bê nûçe vegere. Lewra divê nûçegîhan, qameraman û hevkarên xwe yên din baş hilbijêre.

‘’Divê nûçegîhan berî biçe qada şerî lêkolîneke baş û  xurt li ser qadê bike; gelo ku der di destê kî de ye, kî ji ku êrîş dike, ku der ewletir e û hwd. lewra her tim potansîyela xetereyê heye. Ji bilî van lêkolînan jî divê nexşeyeka bi hûrgilî di dest de jî hebe. Divê bikaribin bi awayekî ewle biçin kare xwe bikin û vegerin.

‘’Divê nûçegîhan û hevkarên xwe yên diçin qada şerî hem ji hêla fîzîkî hem ji hêla psikolojik bi tendurist bin û guncav bin biçin.

‘’Ev cûre nûçegîhanî gelek amadekarîyên teknîkî divê ji bo bê kêmasî nûçe bê çêkirin lê ji bijî van amadekarîyan, amadekarîya cil û bergan jî gelekî girîng e. Lewra cil û bergên taybet yên qada şerî hene ji bo ewlehîyê û divê her nûçegîhanekî şerî xwe ev cil û berg hebin.

‘’Divê di nava senaryoyên nûçegîhan de senaryoya herî xirab jî hebe, da ku ev senaryo pêk hat hem fizîkî hem psikolojik amade be û bikaribe bi ser bikeve. Lewra divê çenteyekî derman û pêwistîyên lezgîn tê de hene jî tim bi wan re hebe din ava amûrên wan de.’’

Mesûd Mûhemmed bi mixabinî anî ziman ku bi piranî, rojnameger û sazîyên kurdan ji hêla profesyoneltîyê ve kêm in. Ev yek jî hem dibe sedema xetereya wan a jiyanî pirrtir bibe hem jî kare dikin qelîteya wê kêm be. Li ser van kêmasî û sedemên kêmasîyan jî axivî û rave kirin. Her weha Mesûd Mûhemmed li ser psîkolojîya vî karî jî axivî.

‘’Dibe ku pêwist be nûçegîhanê şer biçe her çepere, ber her alîyî, dibe ku kesên diçe gel wan ji hêla îdeolojîk ve ji %100 berevajîyê îdeolojîya wî/ê bin lê lazim e nûçegîhan bikaribe wê balansê pêk bîne û profesyonel tevbigere. Ev balans hem ji bo ewlehîyê pêwist e hem ji bo kirina kar.

Dersdarên rojê bi giştî li ser vana xalan rawestîyan. Bi rexne, şîrove û pirsên beşdaran jî dîsa dersine înteraktîf hatin pêk anîn.

Kunyeya dersdarên rojê:

Îbrahîm Seydo Aydogan kî ye?

Ji destpêka sala 2001’ê ve li Fransayê dijî. Di sala 2003’an de, li Zanîngeha Sorbonê, li ser Victor Hugo û romanên dîrokî, bi navê “Parîsiyên sedsala 15’an di Notre-Dame de Parisa Victor Hugo de”, lêkolîneke masterê kir. Wî di sala 2006’an de jî, li Zanîngeha Rouenê, tezeke doktorayê li ser “wext, hevokên kompleks û lihevkirina wextan di romanên kurdî de” amade kir.

Aydogan heta niha sê pirtûk nivîsandine. Romana wî ya pêşiyê Reş û spî di sala 1999’an de derket. Romana wî ya duyem Leyla Fîgaro, dı sala 2003’an de derket.

Îbrahîm Seydo Aydogan di Tishk TV yê de bernameyeke bi navê Wêje amade dikir. Li Kurdistan 24ê bernameya Pencereya Kurdî pêşkêş kir.Ji sala 2007’an ve ye ku li Parîsê li Zanîngeha INALCO di beşê kurdî de mamoste ye û serokê beşa kurdî ye.

Pirtûka wî ya bi navê Guman ku ji lêkolînên ziman û wêjeya kurdî pêk tê, bi du cildan ve ji aliyê wesanxaneya Lîsê ve sala 2013’an hate çapkirin.

Mesûd Mûhemmed kî ye?

Ew di gelek sazî û rojnameyên kurdan de xebitîye, wek rojnamager û nûçegîhan. Niha jî di Kurdistan24ê de rojnameger û nûçegîhan e.

Bernameya kargehê ya hefteyekî  bi giştî wê wiha be:
15.12.2020  –Sertaç Kayar  – Murat Bayram
16.12.2020  –Gulistan K. Rençber – Ferid Demirel
17.12.2020  –Dr. Ibrahim Seydo Aydogan  – Mesûd Mûhemmed
18.12.2020  –Safiye Alagaş – Şîraz Baran
19.12.2020  –Hatice Kamer – Ali Duran Topuz – Muri Darida
20.12.2020  –Rêdûr Dîjle – Mehmut Bozarslan
21.12.2020  –Omer Faruk Baran – Dr. Isabel Kaser – Dotmîr, Sînemxan Bedirxan

Nûçe – Vahdet Uçar


İçeriği Paylaş