Yenişehir neighborhood, Ali Emiri 1st Street, Nuyap Center Office, Floor: 2 No: 13 Post Code: 21100 Yenisehir/ Diyarbakir

info@botaninternational.com

+90 412 503 11 96

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî: Roja pêncem

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî: Roja pêncem

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî: Roja pêncem

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal: Roja Pêncan

Sêyemîn Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal ku Botan International pêk tîne hêdî hêdî ber bi dawîya bernameyê ve diçe.

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî, ya ku Botan International bi hevkarî û sponsorîya  RSFyê pêk tîne, berdewam e. Kargeh wê heta 22yê mehê bênavber bidome. Di roja pêncemîn a kargehê de rojnameger  Hatîce Kamer, rojnameger Ali Duran Topuz û rojnameger Mûrî Darîdayê pêşkêşîyên xwe kirin.

Hatice Kamerê, ku ew bi gelek rojname û ajansên navnetewî re jî dixebite, li ser mijara ‘’ PodCastên kurdî çawa tên amadekirin?’’, rêvebirê Gazate Duvarê Ali Duran Topuz li ser ‘’Rêvebirîya medyayê’’ û Mûrî Darîdayê jî li ser mijara ‘’Gelo jinên kurd li medyaya Ewropayê çawa cih digirin?’’ pêşkêşîyên xwe kirin. Pêşkêşîya Mûrî Darîdayê ji derseka teknîkî bêhtir bi şêwaza semînerekê bû ku jixwe ev berê jî ji hêla Botan Internationalê ve wek ‘’Semînereka Taybet’’ hatibû ragihandin.

Çêkirina PodCastan îstîqrar û berdewamîyê divê

Hatîce Kamerê, rojnamegera kurd a navnetewî ku zimanê kurdî jî tê de rojnamegerîya pirrzimanî dike, di dersa xwe de behsa PodCastan, amadekirin û weşandina wan, kir.  Kamerê, ewil pênaseya Podcastan kir, diyar kir ku Podcast navê teknîka tê bi kar anîn û cûreya wê li gor gelek pîvanan tê diyarkirin. Mesela ku hin ji van pîvanan; mijar dirêjahî, platforma lê tê weşandin û hwd in.

Hatice Kamerê bi giştî bal kişand li ser hin xalên wiha, di vê mijarê de;

‘’PodCast ji hêla teknîk, amadekarî û pêvajoya xwe dişibe radyoyê lê hin xal hene go ji radyoyê cuda dibe.

‘’PodCast dikarin li ser her beş û mijaran bên çêkirin. Lê divê planek û çarçoveyek bê çêkirin û ew çarçove bi awayekî têr û tije bê dagirtin.

‘’Divê hedefeka PodCastçêker hebe û bi vê hedefa xwe ji PodCastkerên din cudatir be, ferqek hebe di navbera wê/wî û yên din de. Û ji bo bigihîje vê hedefa diyarkirî divê bi îstîqrar û dewamker be da ku guhdarvan jê qut nebin.

‘’Ji bo karekî bi qelîte û xurttir divê amûr û têknîkên tên bi kar anîn bê kêmasî û bi qelîte bin.

‘’Pêşkêşkirin û şêwaza axaftinê jî yek ji girîngtirîn tiştan e, ji ber ku tenê deng hene di PodCastan de divê ev xal xurt bin ku guhdarvan aciz nebe. Ev jî bi dîksîyon û axaftineka rast û dirûst hêsantir dibe.

‘’Guhdarvanên PodCastan hez ji hevokên kompleks û tevlîhev jî nakin. Divê hevokên kurt, zelal, resen bên bi kar anîn.

‘’Û helbet montaj pirr girîng e, lazim e wext, deng û hwd gelekî bi baldarî bên eyarkirin.

Rêvebirîya medyaya dijîtal dişibe kaptanîya keştîyan

Rêvebir û nivîskarê Gazete Duvarê ku wî gelek salên dirêj rêvebirîya gelek sazî û rojnameyên din jî kiriye, rojnameger Ali Duran Topuz behsa rêvebirîya sazîyeka medyayê kir û tecrûbeyên xwe  bi beşdaran re parve kir. Wî zehftir behsa tecrûbeyan kir, mînak dan û hem pirs ji beşdaran kirin hem bersiva pirsên beşdaran kir.

Her weha wî li ser kirina karekî serkeftî ev gotin kirin;

‘’Ji bo karekî serkeftî, divê kesê karî dike bikaribe xwe sînordar bike. Bikaribe sînorên xwe diyar bike û kare xwe li gor van sînoran pêk bîne.

Bi çend gotinên wiha yên giştî û bi beşdarîya beşdaran jî bi awayekî înteraktîf saetek ders hate kirin.

Piştî her du dersên ewilîn ên rojê, rojnamegera Elman-Macar Mûrî Darîda, ku bi 7 zimanan dizane, û bi hemû zimanan karê rojnamegerîyê dike semînereka taybet pêşkêşî kir. Mijara semînerê jinên kurd bûn û pirsa mijarê jî ‘’Gelo jinên kurd li medyaya Ewropayê çawa cih digirin?’’ bû. Mûrîyê Saykolojî jî xwendiye, û ji ber ku bi kurdî dizane ew bi dildarî bi hin sazîyan re xebitîye û wê bi vê yekê arîkarîya psikolojik daye jinên kurd ên penaber bûne. Bi van zanyarî û tecrûbeyên xwe ew li ser jinên kurd xebitîye.

Wê li ser cîgirtina jinên kurd di medyaya ewropayê de çend gotinên wiha kirin;

‘’Kurd û jinên kurd berî DAîŞê di nava ewropî û medyaya wan de bi piranî yan nedihatin naskirin an jî ji ber gotin û nîşandana medyaya Tirkan wek ‘terorîst’ dihatin nasîn. Lê piştî DAÎŞê hemûyê cîhanê dît ku ev yek ne wiha ye.

‘’Em dikarin bibêjin hemû dewletên dinyayê DAÎŞ weke xetereyeka pirr mezin didîtin û jê ditirsîyan, piştî ku hate dîtin wa ye jinên kurd li hemberî vê hêza hewqasî mezin û xetere ji bo berxwedan û parastina xwe di cengekî da ne û bê tirs şer dikin ew nêrîn û danasîna xelet a li ser kurdan û li ser jinên kurd guherî. Êdî nasnameya jinên kur di ewropayê û li gelek cihên din guherî.

‘’Niha jinên kurd bi piranî di medyaya ewropayê de bi nasnameya ‘şervan’, bi wan wêneyên li qada şerî di destên wan de çek tên nasîn. Helbet ev rewş ji bo derûnîya jinan rewşeka zehmet û bi problem e lewra şer her tim pirsgirêkên derûnî bi xe re tîne.

Divê kurd bi xwe çîrokên xwe binivîsin

‘’Îcar, ji vir û pê de ji bo ev nasnameya ‘şervan’, ‘çekdar’ jî bê guherîn divê kurd binivîsin û bibêjin. Lewra lêkolîn û nivîs û çîrokbêjîya ji çav û perspektîfa kesên derveyîn, oryantalîstan, danasîn û nasname tim kêm û xelet dibin. Erê, jinên kurd li hemberî DAÎŞê şerekî gelekî xurt kirin lê medya tenê vê hêlê dibine, tenê vî rûyî dibîne, medya nabîne ku jinên kurd di qadên din ên jiyanê de jî hene û serkeftî ne.

‘’Lewra girîng e ku kurd xwe bi xwe çîrokên xwe binivîsin, lêkolînan li ser xe bikin.

Bi giştî Darîdayê ev gotin û şîrove kirin û bi pirs û bersivan dawî li semînerê hat.

Kunyeya dersdarên rojê:

Hatîce Kamer kî ye?

Nûçegihana beşa Tirkî ya BBCyê ye. 10 sal in ji bo beşa Kurdî ya VOAyê nûçeyan çêdike. Ji bo radyoya SBSyê ya Awistiralyayê û WDRya Almanyayê nûçeyan çêdike. 2003yê li Gün TVyê dest bi karê rojnamegeriyê kiriye û 17 sal in rojnamegerîyê dike. Ji navçeya Farqînê ya Diyarbekirê ye.

Ali duran Topuz kî ye?

Ali Duran Topuz li Zaningeha Stenbolê Beşa Hiqûqê xwendiye. Ji sala 1994an ve ew li gel parêzrîyê jî di gelek radyo û rojnameyan de jî xebitiye. Di avakirina rojnameyên Akşam û Radikalê de jî cî girtiye û di Radîkalê de gerînendetîya karen nivîsê kiriye. Di Radyo Sputnik û IMCyê de pêşkêşvanîyê dike. Her weha ew di gelek kovaran de jî li ser hiqûq, jiyana xebatê û sîyasetê jî dinivîse û Berpirsê weşana Gazete Duvarê ye.

Mûrî Darîda kî ye?

Mûrî Darîda Alman-Macar e. Rojnamegerîyê dike. Ew bi 7 zimanan dizane û hema bêje bi hemû zimanan jî rojnamegerîyê dike, ew bi kurdî jî baş dizane û wê semînera xwe bi zimanê kurd3i peşkeş bike.  Wê Saykolojî jî xwendiye û li ser derûnîya jinên kurd xebitîye.

Bernameya kargehê ya hefteyekî  bi giştî wê wiha be:
15.12.2020  –Sertaç Kayar  – Murat Bayram
16.12.2020  –Gulistan K. Rençber – Ferid Demirel
17.12.2020  –Dr. Ibrahim Seydo Aydogan  – Mesûd Mûhemmed
18.12.2020  –Safiye Alagaş – Şîraz Baran
19.12.2020  –Hatice Kamer – Ali Duran Topuz – Muri Darida
20.12.2020  –Rêdûr Dîjle – Mehmut Bozarslan
21.12.2020  –Omer Faruk Baran – Dr. Isabel Kaser – Dotmîr, Sînemxan Bedirxan

Nûçe-Vahdet Uçar


İçeriği Paylaş