Yenişehir neighborhood, Ali Emiri 1st Street, Nuyap Center Office, Floor: 2 No: 13 Post Code: 21100 Yenisehir/ Diyarbakir

info@botaninternational.com

+90 412 503 11 96

Sêyemîn ‘’Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal’’ a Botan International pêk anî bi dawî bû

Sêyemîn ‘’Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal’’ a Botan International pêk anî bi dawî bû

Sêyemîn ‘’Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal’’ a Botan International pêk anî bi dawî bû

Kargeha sêyemîn a ku Botan International pêk tîne di 15ê Kanûnê de dest pê kir 21ê Kanûnê de bi dawî bû. Kargehê bi dersên wênegirê REUTERSê Sertaç Kayar û avakar û koordinatorê Botan Internationalê, rojnameger Murat Bayram dest pê kir. Bi dersa rojnameger Omer Faruk Baran û akademîsyen Prof.Dr. Isabel Kaserê jî bi dawî bû.

RSF Sponsor e

Sêyemîn Kargeha Botan Internationalê bi hevkarî û sponsorîya RSFyê(Rojnamegerên Sînornenas) hate pêkanîn.

Ji bajar û sazîyên cûda 135 kesan serî li vê kargehê dabû, ji wan 135 kesan bi tevahî 23 kes hatibûn bijartin bijartin. Ev kargeha Botan International ji bo her kesî guncav e, ji her qadê û pîşeyî mirov dikarin serî lê bidin lê di vê kargehê de beşdar ji %80 rojnameger bûn.

Botan Internationalê berê diyar kiribû ku wan êdî bi yek ji mezintirîn sazîya rojnamegeran a li Ewropayê, RSFyê (Rojnamegerên Sînornenas), re peymaneka hevkarîyê heye û ew dê êdî bi partnerîya RSFyê bixebitin.

‘’Rojnamegerîya Zayendparêz’’û ‘’Rojnamegerîya Zarokparêz’’

Sponsorê vê kargê yê maddî jî RSF bû. Her weha dîsa Botan Internationalê wek her car vê carê jî diyar kir ku wê kargehên bi vî şiklî di demên pêş de pêk bînin. Koordînatorê Botan Internationalê Murat Bayram diyar kir ku di nava planên wan ên pêşerojê de pêkanîna kargehên wek ‘’Rojnamegerîya Zayendparêz’’, ‘’Rojnamegerîya Zarokparêz’’ û hwd jî hene.

e-pirtûka ‘’Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dijîtal’’

Herweha ev ders û semînerên tên dayîn tên tomarkirin, wê bên deşîfrasyonkirin û wek pirtûkçeyekê, e-pirtûk, di malpera Botan Internationalê de were weşandin. Wê ew pirtûkçe ji bo ger kesî vekirî û guncav be û kesên bixwazin wê bikaribin bi zimanê kurdî jê îstîfade bikin. Dîsa gava kargeh tê kirin ev nûçeyên çavdêrî yên di derbarê kargehê û naveroka wê de rojane tên weşandin, bi vî şiklî kesên dixwazin dikarin bi vî awayî jî xwe bigihînin me’lûmatan.

Di kargeha duyemîn a sazîyê de ji bilî pêşkêşîyên dersan du semînerên taybet jî hatibûn pêşkêşkirin, ji hela rojnameger Murî Darida û Dr. İsabel Kaserê ve, û lînkên beşdarbûna van semîneran di medyaya civakî de ji bo beşdarbûna kesên derveyîn hatibûn parvekirin. Di kargeha sêyemîn de jî dîsa Mûrî Darîda û Isabel Kaserê seminer peşkeş kirin, lê vê carê tene beşdaran karî guhdarîya semîneran bikin.

Du semînerên din hatibûn diyar kirin di bernameya kargehê de. Ku wê Dotmîr Sînemxan Bedirxan û nivîskara Amerîkayî Gayle Lemmon ve lê ji ber rewşa wan a tenduristî ev semîner heta kargeheka din hatine taloqkirin.  

Omer Faruk Baran û Isabel Kaser

Di roja dawîn a kargehê der rojnameger Omer Faruk Baran û akademîsyen Prof. Dr Isabel Kaser li pêşberî beşdaran bûn. Baranî behsa ‘’Bijartin û amadekirina nûçeyên li medyaya dîjîtal’’, Kaserê jî behsa ‘’Zayenda Civakî, jin û civaka kurdan’’ kir.

Omer Faruk Baran di destpêkê de behsa derketina înternetê, di encama derfeta wê bikaranîna wê ji bo ragihandinê, avabûna New York Times û Washington Timesê kir. Gelo piştî avabûna van her du ajansên dîjîtal û heta roja me gav bi gav çawa pêşveçûnek di medyaya dîjîtal de pêk hatiye, behsa wan kir. Wî bersiva hin pirsên wek ‘’Gelo medyaya dîjîtal ji çi guherînan derbas bûye?, gelo çima dîjîtalê şûna matbûyê girtiye?, her kes dikare bibe raojnameger?, pîvanên rojnamegeriyê çi ne?,  nûçeya îdeal li gor xwendina xwendevan çawa ye? gelo divê nûçegîhan berpirsiyarîya agahîyan bigire ser xwe yan na?, piştrastkirina agahîyan û çavkanîyan çawa tê kirin?, çavkanî çawa bên diyar kirin û agahîyên tên dayîn bi kîjan zimanî bên ragihandin?, nûçegîhanîya daneyan çi ye û çawa tê kirin? Û hwd ’’  da û xal bi xal ev yek rave kirin, çend gotinên wî li ser medyaya dîjîtal û rojnamegerîya dîjîtal ev in;

‘’Bi taybetî ji ber lezbûna xwe dîjîtal tim pirrtir tê tercîhkirin.

‘’Di roja me de çi kesên ku internet, telefon an kompîterek li gel hebe dikare nûçeyan/agahîyan ragihîne û bibe rojnameger/nûçegîhan.

‘’Lê helbet ji bo rojnamegerîyeka dirûst û îdeal, divê pîvan û etîkên rojnamegerîyê, qaîde û rêzîkên wê neyên binpêkirin.

‘’Divê hevokên tên bi kar anîn notr bin, şîroveyên şexsî tê de tune bin û objektîf bin. Xwe ji zimanê teqez dûr bikin. Di zimanê tê bikaranîn de bêalîbûn yek ji xalên sereke ye.

‘’Hevok ne kompleks bin, fambar bin, bi qasî ji dest tê kin û resen bin.

‘’Divê rojnameger agahîyan ji ajansên herî baş bistîne û li gor mijar û naveroka nûçeyê bizanibe kîjan agahî ji kîjan ajansê bistîne.

‘’Hin platform û malperên medyaya civakî jî di roja me de ji bo agahîyan/nûçeyan û ragihandina wan bûne çavkanî. Gava rojnameger bixwaze ji malper an platforman agahîya bistîne û bixe nûçeyê lazim e ev malper/platform weke çavkanî bê eşkerekirin’’

Baranî li ser rojnamegerîya daneyan (data) jî ev tiştên ha gotin û bi beşdarîya beşdaran li ser mijara vîrusa koronayê bi hev re nûçeyek bi vê cûreyê nivîsîn;

‘’Di rojnamegerîya datayan de pêwist e rojnameger daneyên dike nûçe ji çavkanîyên pêbawer û objektîf bistîne.

‘’Nûçegîhan agahîyên daneyan ji ku distîne lazim e jêdera xwe diyar bike. Ev yek hem pêbawerîya xwendevan xurttir dike hem ji bo bala xwendevan bikişîne baş e.

Piştî dersa rojnameger Omer Faruk Baran Prof. Dr. Isabel Kaser li ser ‘’Zayenda Civakî, jin û civaka kurdan’’ axivî. Kaserê ji bo vê lêkolîna xwe demeke dirêj li gelek herêmen Kurdistanê bi civaka kurdan re jiyaye, wê li gor van lêkolîn û çavdêrîyên xwe agahî û şîroveyên xwe vegotin;

‘’Zayend ne tenê jinbûn e, lewra ger mirov li ser zayendê bikole divê mirov li zayendên jî binêre, li rol û tesîra wan zayenda jî. Her weha li hêz û rewşên ku rolên zayendî ava dikin, wek polîtîkayê, aborîyê û hwd.

‘’Rolên zayendê her tên guhertin û rewşa nexweşîyê an jî di nav şerî da, rê ji bo jinan tên vekirin. Wek ku di dema şerî de jin rolên giran ku ji mêran re hatine tayin kirin hildigrin ser xwe. Lê piştî rewşa dijberî, ew rêk tên girtin.

‘’Ev rewşa şerî xwezaya civakî têk dibe. Girêdanên malbatî dişikên, ya civakî têk diçe, xwegehandina xwendinê zehmet dibe, û servîsên dewletê namînin li cih.

‘’Leşê jinan dibe nîşanîya sitarê, nûdem, pêşketin, û rizgarîyê ji bo civakî

‘’Partiyên siyasî di demên wiha de soza wekhevîyê didin jinan, lê belê ev tenê dibe axaftin û civak vedigere rewşa berî şerî, yên ku rolên jinê li malê diparêzin. Jin piştî şerî dîsa vedigere mala xwe mecbûrî.

‘’Piştî şerî û nexweşîyê,  jin ji avakirina dewletê tên bêparkirin da ku milê civakî yên ku ‘kevneperest’ razî bibe.

‘’Helbet ev rolên mecbûrî ji meran re jî dibin astengî û giranî pirî caran, bi rolên wek aborî, leşkerî û hwd ve tên girêdan.

‘’Di nava civakan de jin wek objeyekê tên dîtin, jin kare malê tenê dike, zarokan çêdike, wek tişteke ku hewceyî pê heye were parastin û hwd lê ev yek hêdî hêdî li Kurdistanê diguhere.

‘’Bi şervanî û berxwedana jinên kurd ev rewş ji bo civaka kurdan diguhere.’’

Bi giştî Isabel li ser rola zayendan, derfet û astengîyên wan û guherîna van rolan kir.

Kunyeya Dersdarên Rojê:

Omer Faruk Baran kî ye?

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Li Zanîngeha Teknîk ya Stenbolê, li Zanîngeha Stenbolê û li Zanîngeha Dîcle, endezyarî, sosyolojî û hiqûq xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Bi şiîra bi navê ”Bîrêmjar” di sala 2011an de, bi çîroka bi navê ”Zênebêj” di sala 2012an de xelat wergirtiye. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de edîtor e. Wî fanzîneke fotografîyê ya bi navê ”flashhilat” derxistiye, kitêbeke wî ya şiîran heye û bi navê ”Şeveke Îstismar” romankek jî nivîsîye.

Isabel Kaser kî ye?

Dr. Isabel Käser, doktoraya xwe li ser tevgerên jinên kurd nivîsîye. Li Zanîngeha Bernê dersên Zayenda Civakî dide. Li Wezaret Karên Derve ya Swîsrayê dîplomat e. Şêwirmenda Botan Internationalê ye.

Bernameya kargehê ya hefteyekî  bi giştî wê wiha bû:
15.12.2020  –Sertaç Kayar  – Murat Bayram
16.12.2020  –Gulistan K. Rençber – Ferid Demirel
17.12.2020  –Dr. Ibrahim Seydo Aydogan  – Mesûd Mûhemmed
18.12.2020  –Safiye Alagaş – Şîraz Baran
19.12.2020  –Hatice Kamer – Ali Duran Topuz – Muri Darida
20.12.2020  –Rêdûr Dîjle – Mehmut Bozarslan
21.12.2020  –Omer Faruk Baran – Dr. Isabel Kaser – Dotmîr, Sînemxan Bedirxan

Nûçe- Vahdet Uçar bi arîkarîya Veen Sulaivany û Mercan Hocaoğlu


İçeriği Paylaş