Yenişehir neighborhood, Ali Emiri 1st Street, Nuyap Center Office, Floor: 2 No: 13 Post Code: 21100 Yenisehir/ Diyarbakir

info@botaninternational.com

+90 412 503 11 96

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî: Roja çarem

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî: Roja çarem

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî: Roja çarem

Botan Internationalê 3 rojên ewil ên Kargehê li dû xwe hiştin.

Kargeha Rojnamegerîya Kurdî, ya ku Botan International bi hevkarî û sponsorîya  RSFyê pêk tîne berdewam e. Kargeh wê heta 22yê mehê bênavber bidome. Di roja çaremîn a kargehê de rojnameger  Safîye Alagaş û Şîraz Baran pêşkêşîyên xwe kirin.

Safîye Alagaşa rojnameger, ku ew yek ji avakarên Jinnewsê ye û di rêvebirîya Jinnewsê de ye, di pêşkêşîya xwe de ewil behsa dîroka rojnamegerîya kurdî û giringiya jina kurd di vê dîrokê de kir. Wê ji destpêka vê pêvajoyê heta roja me, jinan bi kîjan rolî, bi kîjan tevgeran di medyaya kurdî de cî girtibin bi mînakan behsa wan kir.

Ji bilî van agahîyên teknîkî Alagaşê behsa pirsgirêk û zordarîyên ku ‘’jin’’ di medyayê de bi wan re rû bir û dimînin kir. Behsa hewcebûn û sedema vekirina ajansa ‘’Jinnews’’ê kir. Pirsa gelo Jinnews hewcedarîyek e di civakeka weke civaka me de hate kirin û li ser vê pirsê hem nirxandin, hem şîrove hatin kirin hem jî mînak hatine dayîn. Bi tevlîbûna beşdaran jî bi awayekî înteraktîf dewam kir.

Safîye Alagaşê bi giştî behsa hin xalên wiha kir û ev gotin;

“Civakek ne xwedî statû be xebatên wê civakê xuya nakin, herî zêde jî yên jinan xuya nakin. Jin di her çar parçeyên Kurdistanê de bê statû ne.

“Nêrînên jin û mêran cuda ne, ji ber vê yekê pêwîst e ku di her nûçeyê de nêrînên jinan hebin. Hewceyîya me pê heye ku pirsgirêkên jinan bi zimanekî erênî, bi perspektîfeka ji jinê fêhm dike bên nivîsîn da ku çareserîya wê pirsgirêkê hêsantir be, ji ber vê yekê nûçegîhanîya jinê pirr girîng e.

” Bi Jinhayê fikra nivîsandina nûçeyên di malê de hat şikandin. Jin derket qadê. Weşangerîya mafparêzîya jinê dike, bi zimanê xwe tesîrê li medya û weşangerên din dike û ev ziman pêwist e. Bi vê taybetmendiya xwe Jinha ji saziyên din cuda ye.

‘’Divê neyê ji bîr kirin ku zimanê nûçegîhanîyê tesîrê li civakê dike, û ev nûçe di medyaya dîjîtal de winda nabin, ji ber vê divê  li ser vê meseleya ziman baldarî hebe.

“Jinên ku dengê wan hatî qutkirin xwestin ku xwe di qadeke xweser de bi hebûna xwe li hemberî vê qutkirinê bisekinin.

‘’Divê neyê ji bîr kirin ku zimanê nûçegîhanîyê tesîrê li civakê dike, û ev nûçe di medyaya dîjîtal de winda nabin, ji ber vê divê  li ser vê meseleya ziman baldarî hebe.’’

Herweha Safiye Alagaşê anî ziman ku fikra dibêje ‘’Tenê ajansên jinan ji ziman û politikaya jinparêz berpirs in’’ fikreka xelet e, pêwist e ku her sazî û rojnameger hay ji vê berpirsiyarîyê hebin.

Di dersa duyem a rojê de parêzer Şîraz Baran bi mijara ‘’Mafên bikarhêner û nûçegihanên medyaya dîjîtal’’ li pêşberî beşdaran bû. Baran, diyar kir ku ji bo mirov li destpêka ‘’medyaya dîjîtal’’ binêre divê mirov li destpêka ‘‘Internet’’ê binêre, lewra bi bikaranîna înternetê ya sîvîlan re jî danûstandina di navbera sîvîlan dest pê kiriye û mirov dikare vê destpêkê wek destpêka medyaya dîjîtal bihesibîne.

Piştî ku Baran agahîyên di derbarê înternetê , danûstandin û têkilîdanînên ewil ên di înternetê de dan, behsa hewcedarî û pêvajoya danîna hiqûq û zagonên înternetê jî kir. Şîraz Baranî bi giştî wiha got:

‘’Piştî avakirina WorldWideWebê ‘WWW’ êdî ne tene dewlet, kesên sîvîl jî dikarin xwe bigihînin înternetê, em dikarin avabûna WWWyê ji bo medyaya civakî wek destpêk bihesibînin lewra êdî danûstandin û danasîna li ser internetê pêkan dibe.

‘’ji avabûna WWWyê heta roja me bi hezaran malper, bername û platform ji bo danûstandin û têkilîyê hatine vekirin. Vebûna van platform û bi karanîna bi milyaran mirovan, mecbûr kiriye ku qanûn û hiqûqek ji bo ‘mafên dîjîtal’ jî were sazkirin.

‘’Her weha bi avabûn û geşedanên vê jiyana dîjîtal hewce bûye ku sînor û nasname jî ji bo vê jiyanê werin damezrandin.

‘’Di platformên dîjîtal de her dem îhtîmal heye ku mafên mirovan bên binpêkirin, zanîna maf û zagonan mirov ji van binpêkirinan diparêze.

Mafên bikarhênerên înternetê hene:

Piştî parvekirina hin agahîyên teknîk û hin daneyên di derbarê bikarhêner û bikaranînên înternetê yên hin sazîyan Şîrazî hin mafên bikarhêneran û hin zagonên van mafan diparêzin jî parve kirin. Hin ji van mafan ev in;

  1. Naskirin û parastina mafan
  2. Mafê gihîştina internete
  3. Alînegirîya şebekeye (Divê şebekeyên înternetê bêalî bin)
  4. Parastina daneyên kesane
  5. Serbixweyîya zanayî
  6. Mafê destnedayîna cîhazên şexsî û kompütere (bêyî destûrên dodgeh û dozgeran tu kes nikare dest bide cîhazên kesan)
  7. Mafê jibîrbûyînê (Gava kesekî parvekirinek kiribe, piştî demekî ew kes ji wê parvekirinê azade dibe, lewra dibe ku fikr û nêrînên kesî guherîbin)
  8. Anonîmbûn (Mafê kesan heye ku nasnameya xwe eşkere nekin)
  9. Perwerdehî (Mafê kesan heye ku înternetê, malper û platforman ji bo perwerdehîyê bikar bînin)

Ji bilî van agahîyan Şîrazî behsa hereketa #Meetoo kir. Ku ev hereket cara ewil di sala 2017an de bi parvekirina aktrîst Tarana Burkeyê dest pê kiriye. Cara ewil wê ev tag ji bo îfşakirina êrîşa cinsî ya derhênerekî bi kar anîye û piştî wê gelek jin û kesên din jî êrîşên li wan hatine kirin bi vê tagê îfşa kirine. Baranî li ser îfşa kirinê û girîngiya hereketa #Meetoozanyarî û fikren xwe parvekirin û wiha got; ‘’Hereketa #Meetooyê pirr girîng bû lewra mafên dîjîtal û girîngiya wan cereka din jî berbiçav kirin’’.

Her weha beşdaran jî hem şîrove û fikren xwe gotin û hem jî ji parêzer Şîrazî pirsên xwe yî hiqûqî yên di derbarê rojnamergerîya dîjîtal û bikaranîna înternetê de jê kirin.

Kunyeya dersdarên rojê:

Safîye Alagaş kî ye?

Di sala 2008’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi stajyertiyê kiriye. Heta sala 2012’an de li DÎHA’yê xebitiye. Piştî wê ji ber xebatên rojnamergertiyê doz lê hatiye vekirin û ji ber van sedeman 3 salan navber daye rojnamegerîyê.

Di sala 2015an de li Şaredariya Peyasê ya Amedê di qada çapemeniyê de xebitîye. 2017an de bi hatina qeyyum ji kar hatiye derxistin. Di Rojnameya Şujinê de xebitiye. Lê dîsa rojnameya Şujin jî bi biryara  KHKê hatiye girtin. Piştî van ew jî di avakirina Ajansa JİNNEWSê de cî digre. 4 sal in di JINNEWS’ê berpirsiyar û midura karên nivîsê  dimeşîne. Di heman demê de nûçegihanîyê dike.

Ji ber têkoşîna wê ya rojnamegerîyê, di sala 2019’an de li Îtalyayê 15mîn xelata rojnamegerîya navneteweyî ya  Marîa Grazia Cutulî girtiye.

Şîraz Baran kî ye?

 Sala 1990an de li Diyarbekrê ji dayik bûye. 2010an de dev ji beşa muhendîsî ya elektrîk-elektronîk a zaningeha Bilkentê berdaye û li zaningeha Dîcleyê dest bi beşa Hiqûqê kiriye. 2015an de bûye parêzer. weke fixer bi rojnameger û nivîskaran re dixebite.

Bernameya kargehê ya hefteyekî  bi giştî wê wiha be:
15.12.2020  –Sertaç Kayar  – Murat Bayram
16.12.2020  –Gulistan K. Rençber – Ferid Demirel
17.12.2020  –Dr. Ibrahim Seydo Aydogan  – Mesûd Mûhemmed
18.12.2020  –Safiye Alagaş – Şîraz Baran
19.12.2020  –Hatice Kamer – Ali Duran Topuz – Muri Darida
20.12.2020  –Rêdûr Dîjle – Mehmut Bozarslan
21.12.2020  –Omer Faruk Baran – Dr. Isabel Kaser – Dotmîr, Sînemxan Bedirxan

Nûçe – Vahdet Uçar


İçeriği Paylaş