Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal: Roja Şeşan
Sêyemîn Kargeha Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal ku Botan International pêk tîne berdewam e, rojek ders mane bi kargeh bi dawî bibe.
Kargeha Rojnamegerîya Kurdî, ya ku Botan International bi hevkarî û sponsorîya RSFyê pêk tîne berdewam e. Kargeh wê heta 22yê mehê bênavber bidome. Di roja şeşemîn a kargehê de rojnameger, nivîskar û wergêr Rêdûr Dîjle û Mahmut Bozarslan pêşkêşîyên xwe kirin.
Di dersa yeke de nivîskar û rojnamger Rêdûr Dîjle behsa dîroka ragihandin, pêwistî û ji vê pêwistîyê pêkhatina ragihandinê, û dîroka ajansan û karen ajansan kir. Gelo ajans ji ber kîjan hewcedarîyê derketine, ewil kî sûd ji van sazîyan wergirtiye û hwd kir. Piştî agahîyên kronolojîk, dîrokî û teknîkî behsa meşandina karen ajansan, gelo ajans li gor çi pîvanan û çawa kare xwe dikin û çi ferqa ajansan ji rojname û şaxên din ên ragihandinê heye, kir.
Rêdûr Dîjle, zanyarî û tecrûbeyên xwe bi van xalan zelal kirin;
‘’Mirov, li dû bûyer û qewimînan dikevin meraqê û li pey vê meraqê û li pey vê meraqê diçe û digihîje encamekê û ger ev encam bê parvekirin ragihandinek derdikeve holê. Yanî meraq sereke hest e ji bo ragihandinê. Meraq sereke wesfê rojnamegerîyê ye.
‘’Ewil, banker û ticcaran ji nûçe û agahîyên ajansan sûd werdigirtin.
‘’Ji ber ku ajansên nûçeyan bi rojnamgerên baş, pîvan û etîkên xurt dixebitin hîn jî berdewamîya wan heye û hîn jî hewceyî bi ajansan heye.
‘’Ajans ji bo piştrastkirina nûçe/agahîyan bijartina yekem e tê bîra mirovan. Lewra ajans bi gelemperî rê nadin agahîyên ne dirûst û çewt.
‘’Cudahî di navbera kar û nûçeyên ajans û rojnameyan platformên din de heye. Lewra di ajansan de dem/lezgînî pirr mûhîm e. Hewce ye rojnamegerên ajansan bikaribin zû bifikirin, analîzan bikin û binivîsin. Ji bo ku navenda nûçefirotinê ne ajans divê tim nûçeyên nû, baştir û cudatir hebin.
Divê nûçegîhan bide dû nûçeyê:
‘’Divê nûçegîhan tu caran li ne li benda hatina nûçeyê be, divê ew bide dû nûçeyê. Ev jî yek ji wesfên nûçegîhanan e.
Dîjle, li ser pêvajo û qonaxên nûçeyek tê de dibihûre jî ev gotin kirin;
‘’Serenavê nûçeyê girîngtirîn tişt e ji bo balkişandina xwendevanan. Lewra ye divê serenav baş bê bijartin; zêde ne dirêj û ji naverokê ne dûr be. Piştî serenavê paragrafa spot tê ku ev jî pirr girîng e ji bo xwendevan nûçeyê bixwîne. Li dû spotê Flaş tê, ku divê bi giştî kurteyeka nûçeyê tê de bê nivîsîn û xwendevan tê de bizanibe wê çi bixwîne, ji bo xwendina xwe berdewam bike.
‘’Heger nûçegîhan di zimanê bi kar tîne de serwext be honandina hevokên nûçeyê xurttir û baştir dike. Helbet li gel şarezabûna ziman, divê nûçegîhan tim şopînerê/a rojevê be da ku bikaribe agahîyan di mêjîyê xwe de parzûn bike û bi awayekî jîrane senaryoya nûçeya xwe jî saz bike.
‘’Ziman û şêwaz girîng in; tişta şêwaz û şiklê nûçeyê diyar dike jî mijar e. Ger mijar xurt be şêwaz jî hewqasî xurt dibe.
‘’Girîng e ku di nûçeyê de tu gotinên ku mafên kesan an jîndaran binpê dikin tune bin. Tim zimanekî mafparêz û rêzdar bê bi kar anîn.
‘’Çavkanî ji bo nûçeyeka dirûst û bêguman pirr girîng e. Lewra divê nûçegîhan bizanibe çavkanîyên xwe hilbijêre. Hewce ye agahîyên çavkanî dide dirûst bin. Ger şik di gotinan de hebe divê wê nûçeyê çêneke.
‘’Herweha divê nûçegîhan ji bo maf û ewlehîya çavkanîyên xwe, agahî û materyalên hatine dayîn bikaribe biparêze. Nûçegîhan ji vê ewlehî û parastinê berpirs e.
‘’Bi giştî divê serenav, destpêk û nûçe li hev bikin, bersiva 3Ç3Kyê hebe, hevokên kurt û zelal bi zimanekî xwerû bên saz kirin, nûçe objektif be, nav û kurtkirinên sazîyan rast bin, şaşîyên mentiqî tune bin, xeletîyên rastnivîsînê tune bin û hwd.
‘’Herî dawî jî pêwist e ku nûçe berî biçe weşanê careka dawîn bê kontrol kirin. Heger mijar gelekî hessas be, ger hewce bike bila ev kontrol ji hêla çavekî derveyîve bê kirin.
Rojnameger Rêdûr Dîjle li ser pîvan û taybetmendîyên nûçegîhanîya ajansan bi giştî ev gotin kirin. Di dersa duyem a rojê de rojnameger Mahmut Bozarslan li pêşberî beşdaran bû. Bozarslan, tevlî tecrûbeya xwe ya salan behsa weşanên zindî, amadekarî û pêşkêşîya weşanên zindî kir. Wî zanyarîyên xwe yî teknîkî û tecrûbeyên şexsî vegotin. Bi giştî bal kişan ser van gotinan;
‘’Di weşana zindî de ger amadekarî tune bin, an kêmasî di amadekarîyan de hebin weşan tev têk diçe.
‘’Amûr û teknîkên tên bikar anîn pirr mûhîm in lê teqez divê bikarhêner kesekî şarezayê karî be.
‘’Ji ber di roja me de êdî guhdarkirin û temaşekirinê cîyê xwendinê girtiye divê karên bi deng û dîmen bê nuqsan bin û bi qelîte bin, lewra mirov êdî pirrtir dixwazin guhdar bikin û temaşe bikin û dixwazin ev jî tiştên bi qelîte bin.
‘’Kesên ku dixwazin zanyarî û agahîyên xwe bigihînin temamê cîhanê divê weşana zindî jî bi kar bînin. Ji ber ku mirov hez ji agahîyên lezgîn dikin û dixwazin ev agahî ji deste yekem ratsterast bigihîje ber deste wan. Ev jî dike ku bala wan diçe ser weşanên zindî jî.
‘’Girîng e ku dem baş bê bikaranîn, di dema herî kurt de çiqas zehf agahî bên dayîn û her deqeya weşanê têr û tije be hewqasî baş e.
‘’Herweha bi qasî naveroka weşanê, agahîyên tên dayîn, temaşevan bala wan tim li ser dekor û dîmenan e jî. Ji ber vê divê qada/cîyê weşan lê tê kirin bi mijarê ve eleqedar be, an temamker be yan jî dekorasyona wê baş hatibe kirin.
‘’Nûçegîhan di neqlkirina agahiyan de dikare ji notên girtî îstîfade bike lê divê tim çav ne li ser notan be, yan ger not bixwebawerîya pêşkêşvan bişikîne divê neyên bi kar anîn. Tim kontakta çav bi qamerayê re divê, yan hebin bi mêvanan re.
‘’Bi qasî girîngiya dîmena piştê dîtbarîya pêşkêşvan jî mûhîm e, cilên pak û paqij, delal, bi atmosfer û mijarê ve eleqedar.
‘’Şêwaza axaftinê, hal û hereket jî xalên girîng ên teknîkî ne.
Bi giştî Mahmut Bozarslan ev agahîyên teknîk dan û tevlî tecrûbeyên xwe û mînakan herweha bi pirs û bersivan dersek kir.
Kunyeya dersdarên rojê:
Rêdûr Dîjle kî ye?
Rêdûr Dîjle , li gundê Dêrîşê Stewra Mêrdînê çêbûye. Li Bismila Amedê mezin bûye. Ji dibistana seretayî heya lîseyê, li Bismilê xwendiye. Li Zanîngeha Dîcleyê Beşa Aboriyê kuta kiriye. Bi navê”Eşêfa Temenekî” û “Kêsek” du pirtûkên wî yên helbesta çap bûne. Ji xeynî vê karê wergerê dike. Nêzî 6 sal in rojnamevaniyê dike. Li Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) û dihaberê xebitiye û niha jî li Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) dixebite.
Mahmut Bozarslan kî ye?
Rojnameger e. Di sala 1996an de li Diyarbekirê dest bi rojnamegerîyê kiriye. Di Rojnameya Sabah,
NTV û El Cezîreyê de dest bi nûçegîhanîyê kiriye. Di heman deman de di warê nûçegîhanîyê de alîkarî
daye Ajansa nûçeyan AFPyê ya Farnsizan. Mahmut Bozarslan di warê Kurdistana Îraqê, Pirsgirêkên
jinan, penaberan, pirsgirêkên ekonomîk ên lokal û gelek alîyên pirsgirêkên Kurdan de nûçe
ragihandine. Hîn jî di sazîyên wek Dengê Amerîka (VOA) û Al Monîtorê de rojnamegerîyê dike, di
heman demê de jî serokatîya merkeza Diyarbekirê ya Komeleya Medyaya Dîjîtal dike
Bernameya kargehê ya hefteyekî bi giştî wê wiha be:
15.12.2020 –Sertaç Kayar – Murat Bayram
16.12.2020 –Gulistan K. Rençber – Ferid Demirel
17.12.2020 –Dr. Ibrahim Seydo Aydogan – Mesûd Mûhemmed
18.12.2020 –Safiye Alagaş – Şîraz Baran
19.12.2020 –Hatice Kamer – Ali Duran Topuz – Muri Darida
20.12.2020 –Rêdûr Dîjle – Mehmut Bozarslan
21.12.2020 –Omer Faruk Baran – Dr. Isabel Kaser – Dotmîr, Sînemxan Bedirxan
Nûçe-Vahdet Uçar